Malatya: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Dîlan Malatya diyar kir, tecrîda şidandî dewama komploy navneteweyî ye û got, "Ev yek jî nîşan dide ku di heman demê de li Îmraliyê berxwedaneke mezin a Rêbertî heye."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Dîlan Malatya ji ANF'ê re axivî û diya rkir, komploya navneteweyî ya bi pêşengiya DYE, Îngilîstan û Îsraîlê hate kirin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurdistanê, gelan hemûyan û nirxên demokratîk pêk hatiye. 

Malatya da xuyakirin, komplo di heman demê de li dijî tevgera azadiya jinê hate kirin û got, "Ji ber ku Rêbertî dixwest sîstema demokratîk û sîstema nû ya jiyana nû bi pêşengiya jinê biafirîne. Hêzên hegemon nekarî xwe li vê rabigirin."

JIN BI ERKA PÊŞENGIYÊ RADIBIN

Malatya bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di şexsê Leyla Guven de bi pêşengiya jinan tên kirin û diyar kir, tevgera jinan heta dawiyê xwedî li grevên birçîbûnê derdikeve.

'EM LI DORA BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIBIN YEK'

Malatya anî ziman, berxwedêr bi pêşengiya Leyla Guven bi ruhê fedayî xwedî li Rêberê Gelê Kurd derdikevin, daxwaza bidawîbûna tecrîdê dikin û got, "Ji ber vê yekê divê gelê me li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibe yek. Girîng e xwedî li hevrêyên di greva birçîbûnê de ne bê derketin. Pêvajo gelekî krîtîk e, di her kêliyê de dibe ku şehadet çêbibin. Pêwîstî bi serhildanên mezin heye, tecrîd bi vî rengî dikare bê şikandin."

TECRÎD DEWAMA KOMPLOYÊ YE

Malatya diyar kir, komplo wê di dema bê de bi taktîk û stratejiyeke cudatir bi rê ve biçe û got, "Hêzên navneteweyî yên dixwazin li Rojhilata Navîn mayide bibin, me, gelê me û Rêberê me li pêşiya xwe asteng dibînin. Ji ber vê yekê Rêberê me sê sal in nikare parêzeran, malbata xwe û heyetê bibîne. Ev rewş di heman demê de nîşan dide ku Rêbertî li Îmraliyê di nava berxwedaneke mezin de ye."