MAK’ê li dijî darbeya qeyûmê çalakî kirin
Milîsên MAK’ê li dijî darbeya qeyûmê li Gever û Êlihê bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re kete pevçûnê.
Milîsên MAK’ê li dijî darbeya qeyûmê li Gever û Êlihê bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re kete pevçûnê.
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî darbeya qeyûmê ev agahî parve kir:
“Milîsên me 5’ê Mijdarê saet derdora 20:30’an li taxên Orman û Ş. Gever Zafer ên Geverê li dijî darbeya qeyûmê daketin qadan. Dagirkeran bi wesayîtên zirxî û bombeyên gazê êrîşî milîsên me yên ku li kolanan barîka danîn û agir pêxistin kirin. Milîsên me bi teqemeniyên destçêkirî û fîşekên hewayî bersiv dan. Pevçûnên tund li gelek taxên Geverê belav bûn û heta saetên dereng dewam kir.
Milîsên me 5’ê Mijdarê di saetên êvarê de di serî de li taxên Baglar û Ipragaz ên Êlihê li gelek nuqteyan barîkat danîn û bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re ku êrîşî gel kirin ketin pevçûnê. Milîsên me li dijî êrîşên hovane yên hêzên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me, bi fîşekên hewayî, molotofkokteyl û keviran bersiv dan. Di pevçûnên tund ên tevahiya şevê dewamkirin de gelek wesayîtên zirxî darbe girt.
Serhildanên gel a li dijî darbeya qeyûmê her ku diçe mezin dibe. Dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wî yên dest bi xwîn bi awayekî topyekûn êrîşî gelê me dikin. Li dijî van êrîşan her berxwedana ku pêş dikeve ji bo me pîroz e. Lê divê hemû gelê me bizabine ku divê ev berxwedan belavî hemû Kurdistan û metropolan bibe. Divê gelê Kurd ê qehreman û mîlîsên azadiyê xwedî li rûmet û îradeya xwe derkeve û bihekirin qadan. Ev berxwedan heyî ji bo me peyam e û me soz da ku em ê berxwedanê mezin bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê vê zîhniyeta faşîst ku îradeya gelê me tune dihesibîne nas nekin. Em hêzên ewlehiyê yên dest bi xwîn hişyar dikin; em ê bersivê bidin her êrîşê li dijî gelê me.
Roj hatiye ku jin û ciwanên qehreman ên Kurdistanê di şerê azadî û îradeyê de cih bigirin û çok li faşîzmê bidin danîn. Dema dayik, ciwan û zarokên me li kolanan têne xirikandin, yekane tişta ku dikeve ser me berxwedan e. Roj roja xistina darbeya herî mezin li faşîzmê û dagirkeriyê ye.”