Lotûs: Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin

Endamê PKK'ê Orhan Lotûs diyar kir ku hêzên navneteweyî dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û destnîşan kir, hêzên kapîtalîst ji bo vê dîzayna xwe jî gelê Kurd weke asteng dibînin.

Endamê PKK'ê Orhan Lotûs êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava nirxand. Lotûs diyar kir ku bi komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Ocalan re hêzên navneteweyî dest bi destwerdana li Rojhilata Navîn kirin û destnîşan kir ku komplo li Îmraliyê hate têkbirin.

Lotûs anî ziman ku hêzên navneteweyî yên ku hesabên wan ên der barê Rojhilata Navîn têk çûn, bi êrişa dijî Rojava re ya ku di salvegera komployê de hate kirin dixwazin komployê ji nû ve bixin meriyetê. Lotûs destnîşan kir ku hêzên kapîtalîst gelê Kurd li pêşiya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn weke astengiyê dibînin, lewma qirkirineke mezin li gelê Kurd ferz dikin.

Lotûs ragihand ku li Rojhilata Navîn projeyeke nû ya dîzaynê ketiye meriyetê û got, "Bi vî rengî wê krîza heyî ya li Rojhilata Navîn bê kûrkirin. Ji xwe tê zanîn ku navenda Rojhilata Navîn, ruhê berxwedanê Kurdistane. Hêzên komploker ên navneteweyî bi vê rastiyê zanin. Rastiya bingehîn a di bin êrişkariya dewleta Tirk de eve.

Dema ku ji aliyê dîrokî ve bê nirxandin wê bê dîtin ku destpêka her destwerdana li Rojhilata Navîn li Kurdistanê pêk hatiye. Qirkirina gelê Kurd jî gava herî girîng a bêpolîtîka û bêparastin hiştina Rojhilata Navîne. Ev yek komploya herî mezine ku li dijî Rojhilata Navîn tê kirin. Komployeke ku li dijî Ermenan, Ereb, Asûr, Suryan, Fars û alîgirên azadî û demokrasiyê ye."

Lotûs anî ziman ku şerê li dijî mirovahiyê yê ku niha li Rojava tê meşandin li dijî gelan hemûyane û got, "Niha bi daxwazên herî rewa, xwezayî û demokratîk li Îranê, Iraqê û Lubnanê gel rabûye ser piyan, lê belê bi komkujiyan hewl didin wan bêdeng bikin, bitepisînin. Heta niha Kurd, Ereb, Fars bi sedan mirovê me bi rengekî hovane hatin qetilkirin.

Hêz û rejîmên ku van komkujiyan dikin gelo hêzê û wêrekiyê ji ku werdigirin? Bêguman ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava werdigirin, ji êrişên qirkirinê werdigirin. Komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava dike ji ber ku ji aliyê DYE û Rûsyayê hatin pejirandin, rejîmên qirker hemûyan jê hêz wergirtin. Hêza xwe ji bêdengiya li pêşberî bikaranîna bombeya napalm a li dijî Kurdan hate bikaranîn werdigirin. Dibêjin; eger li pêşberî bikaranîna bombeya napalmê jî bêdeng bin hingî li pêşberî komkujiyên me wê dengê xwe nekin.

Ji ber vê yekê niha li Îran, Iraq, Lubnanê û çar aliyên dinyayê li dijî gelan komkujî tên kirin û nerazîbûneke cidî li dijî van komkujiyan nîne. Civak, bi taybetî jin û ciwan li dijî xizantiyê, bêkariyê û rewşa neyînî serî hildidin, ya heyî red dikin û daxwaza demokrasî û azadiyê dikin, lê belê bi rengekî barbarî tên qetilkirin. Komkujiya ku di şexsê Kurdan de dest pê kir li Rojhilata Navîn belav dibe."

Lotûs destnîşan kir ku rizgariya gelê Kurd û rizgariya gelên Ereb, Fars, Ermenî û Suryan bi hev ve ne û got, "Gelê Kurd ji roja destpêkirina berxwedanê ve tevî dostên xwe li her devera dinyayê, ji Erebistanê heta Skandînavyayê tevî dostên xwe armancên hêzên komploker û TC'ê têk dibin. Ji Latîn Emerîkayê heta xaka Bedewiyan sekneke enternasyonalîst, ekolojîst, sosyalîst û azadîparêziya jinê gelê Kurd bi tenê nahêle.

Divê xwe nêzî vê zîhniyetê bikin. Nêzîkatiya ku dagirkeriyê bi dawî bike ev sekne. Em ê tevî dostên xwe û gelan bi ser bikevin."