Lojmanên bi 50 mîlyon lîrayî bi 15 mîlyonan hate firotin

Hikumetê 8 sal berê li Wanê bi 50 mîlyonan lojman çêkir û piştre bi hinceta ku ‘ne ewle ne’ dewr kir. Piştre jî bi 15 mîlyon lîrayan firotin karsazekî nêzî Emîne Erdogan.

Li Artemêta Wanê di sala 2013’an de li taxa Suphanê ji bo dozger û dadgeran lojmanên 130 daîreyî hatin avakirin. Piştî ku temam bû bi hinceta ewlekariyê, dozger û dadgeran nexwestin biçin wir. Ev lojman berê dewrî Wezareta Tendirustiyê û di serê vê salê de jî dewrî Emlaka Millî hate kirin. Piştre dîsa dewrî Wezareta Edaletê hate kirin. Ji zû ve ye gelek fîrmayên AKP’yî ji bo ku van lojmanan bi erzanî bikirin, hewl didin. Lojmanên bi 50 mîlyon lîrayî hatibûn çêkirin bi 15 mîlyon lîrayan firotin xizmên Emîne Erdogan a ku hevjîna Serokkomarê Tirk e.

Li gorî agahiyan AKP ji ser navend û rêxistina Wanê ferman daye Serdozgerê Komarê ya Wanê û gotiye “Ev mal ne ewle ne, em nikarin dozger û dadgeran bibin wir.” Serdozgerê Komarê bi hinceta ku ne ewle ye, destûr neda ku dozger û dadger bar bikin vir. Piştre jî ferman hat û gotin ‘Divê hûn van lojmanan dewrî Midûriyeta Tendirustiyê ya Bajêr bikin.’

Midûriyeta Tendirustiyê ya Bajêr jî piştî demeke kurt got ‘Em nikarin vir bi kar bînin’ û ev der dewrî Wezareta Edaletê ya Tirk kirin. Karsazekî ji Sêrtê yê ku xizmê Emîne Erdogan e serî li Serdozgeriyê da û xwest ew van lojmanan bikire. Serdozgerê Komarê berê îtîrazî vê rewşê kir lê di serdana duyemîn de dema ku karsazê ji Sêrtê çû ba wî, jê re diyar kiriye ku wê alîkariyê bide wî.

LOJMANAN BIŞÊLÎNIN, GEL SÛCDAR BIKIN

Hate xwestin lojman bi 70 mîlyon lîrayî were firotin lê karsazê ji Sêrtê nerazîbûn nîşanî vî tiştî da û ji bo ku fiyetê kêm bike çû ba Midûrê Emniyetê yê Wanê û got “Divê îşev ew der were talankirin. Dizên ku hûn wan nas dikin û bi wan re dixebitin bila biçin wê derê bişêlînin û  talan bikin. Hûn ê her tiştî hilweşînin û bişêlînin. Yên ku hûn dikarin derxînin, bi xwe re bibin yên mane jî hilweşîne. Saet di 04.00’an de ji wir derkevin. Di qeydan de jî bibêjin şêniyên taxê ev der şêlandine” Ev tişt hate kirin. Piştî ku dizan ew der talan kirin, karsazê ji Sêrtê çû ba Serdozgeriya Komarê û got “Ka li halê van lojmanan binihêrin. Ev der ne ewle ye. Hemû jî hilweşiyane û talan bûne. We wisa ji min re qal nekiribûn. Ez vî fiyetî nadim we.”

Serdozgerê Komarê û peywirdarekî ji Wezareta Edaletê piştî hevdîtinan ev lojman bi 15 mîlyon lîrayî firotin karsazê AKP’yî yê ji Sêrtê.

BI 15 MÎLYONAN KIRÎ WÊ BI 150 MÎLYONAN BIFIROŞE

Armanca karsazê ji Sêrtê ev e ku van lojmanên bi 15 mîlyon lîrayî kiriye, 10 mîlyon lîrayan mesrefê lê bike û bi 150 mîlyon lîrayî bifiroşe. Karsazê ji Sêrtê û Serdozgerê Komarê li hev kiribin jî hê ji Wezareta Edaletê nivîsa ‘Qebûlkirinê’ nehatiye.

Tê payîn ku Wezareta Edaletê ya Tirk vê firotinê qebûl bike.