Li Zaxoyê qeza: Karkerekî Êzidî jiyana xwe ji dest da, 34 jî birîndar bûn
Li Zaxoyê di qezayeke trafîkê de karekî jiyana xwe ji dest da, 34 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku karkerên di wesayitê de Şengaliyên li kampa Qadiya diman.
Li Zaxoyê di qezayeke trafîkê de karekî jiyana xwe ji dest da, 34 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku karkerên di wesayitê de Şengaliyên li kampa Qadiya diman.
Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê qezayeke giran a trafîkê rû da.
Li qadeke navbera Kampa Qadiya û Bacid Kendala ya ser bi Zaxoyê 2 wesayit li hev qelibîn.
Di encamê de Lezgîn Xidir jiyana xwe ji dest da, 34 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, rewşa hin ji birîndaran giran e û rakirine Nexweşxaneya Şabanîkê ya Zaxoyê.
Hate ragihandin ku kesên di qezayê de birîndar bû û yê jiyana xwe ji dest da, ji civaka Êzidî bûn û ji kar vedigeriyan.
Ji sala 2014'an û vir ve ku ferman li Şengalê rabû, bi hezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê bi cih bûne.
Ji bo karibin debara xwe bikin jî karên demsalî yên mîna çinîna patatan dikin.
Di vê demsalê de gelek ciwanên li kampan patatan kom dikin û debara xwe bi vî rengî dikin.