Li zarokên kurd derziya mirinê aşîkirin
Li zarokên kurd derziya mirinê aşîkirin
Li zarokên kurd derziya mirinê aşîkirin
Di dema wezîrê tenduristiyê yê MHP’Ê Osman Durmuş te li Amed, Riha û Êlihê li bi hezaran zarokî ‘terziya sorikan’ hat kirin û di encama vê derziyê de bi dehan mirin û seqetî çêbûn. Malbat diyar kirin ku zarokên wan li bende mirinê ne.
Serokê Komeleya Piştevaniya Nexeweşên SSPE ya rihayê Feyyat Kaya da zanîn ku tenê li Rihayê ji ber mîkroba sorikan 500 zarokên nexweşên SSPE hene û got: “Tenê bi xwarinên avî xwedî dibin. Pudîng, muz, şîr, dixwin.
ÇIMA TENÊ LI ERDNÎGARIYA KURD
Mabatên ku zarokên wan roj bi roj li ber çavên wan dihele dibêjin: “Çima ev nexweşî tenê li vê herêmê zêde ye. Hikûmetê çima tiştek nekir.
NE DERZIYA SORIKÊ, MIRIN AŞÎ KIRIN
Di dema wezîrê tenduristiyê yê MHP’î Osman Durmuş de li bajarên kurdan li hezaran zarokên kurd derziya sorikê kirin û bi hezaran zarok bi nexweşiya Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE) ketin. Ji ber nexweşiyê gelekan jiyana xwe ji dest da. Seqet man. Yên ku dijîn jî roj bi roj dihelin. Dewletê li dijî vê tu pêngav neavêtin.
Serokê Komeleya Piştevanî û Jiyandina Nexweşên SSPE a Rihayê Feyyat Kaya wiha got: “Di dema Osman Durmuş de di navbera salên 1998-2001’ê de di encama aşiyên sorikê de bi hezaran zarok nexweş ketin. Ev nexweşî çima li herêma me zêde ye. Gelek nexweşên me qet nexweşiya sorikê derbas nekirine. Dewlet dibêje ji ber sorikan wisaye. Lê ev rastiyê nîşan nade. Doktor dibêjin ji ber derziya ku dema wê derbas bûye wisa bûye. Dîsa hinek rayedarên dewletê aşiya bayat qebûl dikin.
1200 ZAROK NEXWEŞIN
Kaya got ew tu daxwazên aborî nakin û got: “Em dixwazin zarok bê tedawî kirin. Abdullah Gul û hevsera xwe hatin. Got dê eleqeder bibin. Lê tiştek nekirin. Nexweşiyeke girînge. Malbatên ku derfetên wan yên aborî tune hene. Tenê bi xwarinên avî xwedî dibin. Li Rihayê nêzî 500 zarok bi vê nexweşiyê ketine. Li Amedê 700 û li Êlihê jî wisaye.”
AYHANÊ BDP’Î ELEQEDER BÛ
Veysel Çoban 13 saliye û 6 sale wisa ye. Bavê wî Mehmet Çoban got: “Tu wezîr û rayedarekî tiştek nekir. Kesî negot çima ev zarok nexweşe.Tenê Aysan pirsnameyek da Meclisê. Xwest ev rewş bê lêkolînkirin. Em spasiyên xwe bo wî dikin.”