Li Zapê û Xarpêtê çalakiyên gerîla: Gelek leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihan di çalakiyên li gelek herêman hatin lidarxistin de, herî kêm 20 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya ku ji aliyê HPG’ê ve hate parvekirin, hat diyar kir ku bi taybet li Herêma Zapê leşkerên artêşa Tirk derbên giran dixwin û dişkên.

Agahiyên berfireh ên daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera xwe ya fermî parvekirî wiha ye:

LI ZAPÊ DERBÊN GIRAN LI LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK HATE XISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk li navçeyên Çelê û Şemzînan ên Colemêrgê çalakiyên xurt lidar xistin.

29’ê Hezîranê saet 06:00’an, hêzên me li dijî Qereqola Girê Ortê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya çeper û konteynirên nava qereqolê bi awayekî xurt kirin hedef de, bi qasî hatî zelalkirin 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê Qereqola Girê Ortê qada çalakiyê bi obus, hewan û topan bomberdûman kirin.

30’ê Hezîranê saet 08:30 heta 15:00’an, hêzên me yên YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Ronahî yê Herêma Şemzînanê 2 çalakî lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

Artêşa Tirk a ku 16’ê Hezîranê li dijî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyona dagirkirinê dabûn destpêkirin, çalakiyên gerîlayan ên li dijî van jî bi hemû leza xwe dewam dikin.

30’ê Hezîranê saet 11:00’an, hêzên me li dijî leşkerên li Girê Gijnê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya çeperên dijmin bi awayekî pir xurt hate lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.

30’ê Hezîranê saet 18:20’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Qela Bêdewê bi cih bibûn çalakiyek bi sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me 1’ê Tîrmehê saet 05:20’an, li dijî leşkerên li Qela Bêdewê bi cih bibûn çalakiyekî berfireh lidar xistin. Di çalakiya çeperên dijmin ên xurt hatin lêxistin de, 2 çeper hatin rûxandin, çepera çeka A-4 hate derbkirin û 8 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk qada çalakiyê û derdorî wê bomberdûman kir.

LI ŞIRNEXÊ ‘GIRÊ GUVENLIK’ KIRIN HEDEF

Hêzên me 29’ê Hezîranê saet di navbera 12:00-14:00’an de li dijî Qereqola Girê Guvenlik a Yekmal a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.

LI QEREQOLA TIMOK HATE XISTIN

29’ê Hezîranê saet 19:00’an, hêzên me Qereqola Tîmok a navçeya Hezo ya Êlihê kirin hedef. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

LI LICÊ LI YEKÎNEYEKÎ VEŞARTÎ HATE XISTIN

30’ê Hezîranê hêzên me yekîneyekî artêşa Tirk a veşartî li navera girên Korxê û Markê yên girêdayî navçeya Lice ya Amedê xistin di bin kontrola xwe de. Yekîneya ku demekê kete di bin kontrola hêzên me de saet 12:00’an kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk nêzî 2 saetan qada çalakiyê bi topên hewanan bomberdûman kirin.

LI SER RÊYA XARPÊT Û ÇEWLIGÊ ÇALAKÎ

29’ê Hezîranê saet 18:45’an, hêzên me li ser rêya Xarpêt- Çewligê li devera Anittepe li dijî komek kontra û leşkerên tîmên taybet çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya xurt a ji nêz ve hate lidarxistin de, 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê û şûnde, artêşa Tirk bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov û gelek wesayîtên zirxî û sivîlan leşkerên mirî û birîndar ji qadê rakirine.