Li Zapê li leşkerên Tirk hate xistin: 9 leşker hatin kuştin

Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk a li Herêma Zapê ya li ser xeta sînorê Çelê dewam dike. Di çalakiyên gerîla lidar xistin de 9 leşker hatin kuştin.

Tevgara artêşa Tirk a ku dixwaze hinek deverên li Herêma Zapê ya li ser xeta sînorê Çelê ya Colemêrgê dagir bike dewam dike. Hêzên gerîla, bersivên xurt dide êrîşên artêşa Tirk.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yê li herêmê, îro di encama çalakiyên gerîla yên saet 04:00’an de ya li herêma Zapê ya li Girê Şehîd Xelîl, 2 çeper hatine rûxandin. Di van çeperan de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin. Hinek çeper jî hatine derbkirin.

Dîsa di çalakiya li Girê Bijne hate lidarxistin de 2 leşker hatin kuştin.

Di çalakiya sekvaniyê ya saet 09:00’an a li Girê Şehîd Munzûr de, leşkerk hate kuştin.

Artêşa Tirk jî ji qereqolên derdor bi obus û hewanan dever bomberdûman kirin.

HPG’ê, hê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek fermî nedaye.