Li Zapê 4 dagirkerên din hatin cezakirin

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên duh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin, dewam dikin. Gerîlayên HPG/YJA Starê jî bi çalakiyan bersiva êrîşan didin. Di çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Çalakiyên hêzên me yên li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku şeva 17’ê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî, bênavber dewam dikin. Hêzên me bi çalakiyên xwe derbên giran li dagirkeran xistine.

Li herêma Zapê ku 27 caran bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin, hêzên me 4 dagirker ceza kirine û dagirkerek jî birîndar bûye. Agahiyên têkildarê çalakiyan wiha ne;

17’ê Nîsanê di saetên sibehê de qada Karker 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Heman rojê saet 20:40’an artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên êrîşê qada di navbera herêmên Karker û Şehîd Ciwan de bomberdûman kiriye û bi 4 helîkopterên Skorsky xwestiye leşkeran dayne. Di encama destwerdana bi bandor a hêzên me ya li herêmê de, bêyî ku dagirker bikarin leşkeran daynin neçar mane paşde vekişin.

18’ê Nîsanê saet 02:30’an qada Girê Şehîd Ciwan bi balafirên şer û helîkopteran bi dijwarî hatiye bombekirin. Piştî bomberdûmanan, dagirkeran leşker danîne qadê û saet di 03:00 de xwestin ber bi Girê Şehîd Ciwan ve bi pêş ve biçin. Dagirkerên di nava tevgerê de bûn, hêzên me wana dixin bin kontrola xwe û bi çalakiya vedizînê (sizma) derb  li wan xistine. Di encama vê çalakiyê de ku ji nêz ve bi awayekî bi bandor li dagirkeran hat xistin, 3 dagirker hatin cezakirin.

18’ê Nîsanê saet 06:30 û 07:40’î de li Karker û Girê Şehîd Ciwan bi taktîkên sûîqestê li dagirkeran hatiye xistin. Di encama van çalakiyan de 1 dagirker hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.

18’ê Nîsanê danê sibê herêmên Karker û Şehîd Ciwan 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”