Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîla bênavber dewam dikin. Li herêma Zapê di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Derb li 5 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

4'ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

3'ê Îlonê saet di 09:15, 13:00 û 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Îlonê saet di 13:50'î û 23:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Îlonê saet di 00:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya koordîneyî de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Îlonê saet di 02:00 û 03:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

3'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, qadên Xêrê û Gundê Kawara yên Garê 3 caran bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin."