Li Zap û Mûşê 6 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, operasyon û şerê li herêma Zapê dewam dikin. Navendê ragihand, li Mûşê jî derb li artêşa Tirk hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

XETA ÇELÊ-ZAPÊ

"Operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker, ku di 16'ê Hezîranê de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin û şerê ji ber vê operasyonê rû da, dewam dikin.

Hêzên me roja 20'ê Hezîranê saet di 16:30 de, li dijî çeperên artêşa TC a dagirker ên li herêma Qela Bêdewê çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Heman rojê saet di 13:00 de, hêzên me li leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Mûnzûr xistin. Ji cihekî nêz derb li leşkeran hate xistin û leşkerek hate kuştin.

MÛŞ

21'ê Hezîranê, hêzên me yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker, ku li girekî navbera gundên Orûk û Koşk ên Mûşê bi cih bû bû, kontrol kirin. Hêzên me heta wextekê ev yekîneye dijmin ji nêz ve şopand û saet di 18:00 de çalakiyek li dijî vê yekîneyê pêk anîn. Ji nêz ve derb lê hate xistin û di encamê de 2 ji leşkerên dijmin hatin kuştin.

ÇEWLIG

22'ê Hezîranê saet di navbera 00:00-00:40 de, helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa TC a dagirker gule li quntarê Hêgaderê yê navçeya Dara Hênê ya Çewligê reşandin.

ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

21'ê Hezîranê saet di 14:40 de, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li girê Cûdî yê li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi daristanê ket û hêzên me dest bi vemirandina agir kirin."