Li Zap û Heftanînê 4 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 9 çeperan hate xistin û kamerayeke mobesse hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li herêma Heftanînê;

21'ê Tebaxê li qada Xantûrê kamerayeke dagirkeran hate desteserkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

25'ê Tebaxê saet di 07:00 de li Qada Girê Koordîne ya Bektoryayê bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.

Li herêma Zapê;

28'ê Tebaxê saet di 22:00 de derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

27'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

27'ê Tebaxê saet di 11:00 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28'ê Tebaxê saet di 00:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran hate xistin.

28'ê Tebaxê saet di 01:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Tebaxê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28'ê Tebaxê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran û teqemeniyên dagirkeran hatin îmhakirin.

28'ê Tebaxê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Tebaxê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hat xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28'ê Tebaxê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28'ê Tebaxê saet di 23:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.

29'ê Tebaxê saet di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekê giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

28 û 29'ê Tebaxê li herêma Metînayê Gundê Şêlazê, Gundê Bêşîlî 5 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."