Li zanîngeha Silêmanî pirtûkên Ocalan hatin belavkirin

Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zanîngeha Silêmanî pirtûkên Ocalan belav kirin. Tevgera ciwanan pirtûk li fakulteya zanîsta mirovan belav kirin.

Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zanîngeha Silêmaniyê pirtûkên Ocalan belav kirin. Xwendekarên zanîngehê eleqeyek mezin nîşanî pirtûkan dan û bi sedan pirtûk hatin belav kirin.

Pirtûkên hatine belavkirin evin; Her pênc parêzname û pirtûkên Rêber APO, ‘’Manîfestoya Civaka Demokratîk - Pirtûka 1 : Șaristanî, Manîfestoya Civaka Demokratîk - Pirtûka 2 : Șaristaniya Kapîtalîst, Manîfestoya Civaka Demokratîk - Pirtûka 3 : Sosyolojiya Azadiyê, Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 4 : Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk, Manîfestoya Civaka Demokratîk Pirtûka 5 : Parastina Pencê Kurdên Di Nav Pencê Qirqirina Çandî De Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk û Evîna Kurd’’ hat belav kirin. Pirtûkên bîranînên gerilla û jineolojî jî hat belav kirin.

Li aliyê din pirtûkên bi zimanê Erebî û Soranî jî hatin belavkirin. Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer diyar kirin ku ew ê li her qada Başûrê Kurdistanê pirtûkên Ocalan belav bikin.

Li ser navê Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî TekoşerNewar Ehmed axivî û wiha got; “’Em wek rêxistina ciwan û jinên ciwan bi belav kirina pirtûkên Rêber APO, komploya ku hîn jî birêve diçe şermezar dikin.’’

Xwendekarê Zanîngeha Silêmanî Pawer Elî jî têkildarî belavkirina pirtûkan axivî, spasiya tevgera ciwanan kir û ev bang kir; “Divê xwendekar pirtûkên Abdullah Ocalan bixwînin û vê komploya ku tê birêvebirin fam bikin. Divê ciwan xwe ji bo pêşerojê amade bikin.”