Li Xurmatûyê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi ser Başûrê Kurdisanê ji aliyê Meclîsa Tevgera Azadî ya Xurmatû ve hate protestokirin.

Endamên meclîsê li ofîsa Tevgera Azadî ya Xurmatû li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Xalid Qadir ve hate xwendin.

Qadir wiha got; “Em êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk protesto dikin. Sersxiyê ji malbatên ku nasên wan şehîd bûne re dixwazin. Em êrîşê weke dewam êrîşên 16’ê Cotmehê dibînin. Hê birînên gelê me yên Xurmetû nekewî, êrîşên nû li ser gelê me dikin.”

Qadir bang li Hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê kir ku li dijî êrîşên ku têde sivîl dibin şehîd bikevin tevgerê.