Li Xîzan û Geverê di bin siya operasyonê de êşkence li şivanan kirin

Di operasyona li Çiyayê Sipêrêzê ya girêdayî gundê Jêr ê Tiloran û Jor ê Tiloranê de şivan rastî êşkenceyê hatin, li hin gundên navçeya Xîzan a Bedlîsê 12 roj in operasyon didome.

Di 24’ê Tîrmehê roja Duşemê de li devera gundên Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên navçeya Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de bi sedan leşker, maşînên zirxî û helîkopteran sewqî zozanên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omerê, Pagê û Topîzavayê hatin kirin.

Êvara Duşemê bi taybetî li herêma Çiyayê Sîpêrêzê gelek caran dengê çekan hate bihîstin. Hate hînbûn ku gelek cerdevan sewqî herêmê hatine kirin.

Hat ragihandin ku bêrîvanên li gundê Tiloran xwestin biçin zozanan pezê xwe bidoşin lê leşkeran wan asteng kiriye. Leşkeran li ser bêrîvanan lêgerîn pêk aniye û kontrola nasnameya wan kirine û xwestine bêrîvan çîtikên li ser çavê xwe rakin. Leşkeran ji bêrîvanan re gotiye ku heta fermanek duyemîn çûna zozanan qedexe ye.

Hat zanîn ku şivanek ku leşkeran li gel xwe biriye herêma operasyonê agahî jê nayê girtin. Şivanê bi navê Şiyar Demîr jî li herêmê bi tenê maye û leşkeran destûr nedaye ku kes biçe hawara şivanan.

Gundiyên ku xwestin li hawara şivanan biçin gotin ku leşkeran li şivanan daye. Her wiha hat zanîn ku pezê şivanan li derdorê belav bûye û ji bo gundî pezên xwe berhev bikin jî tên astengkirin.

Li aliyê din li gundên Xûlepûr û Kekûlan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve di 14’ê Tîrmehê de heta 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” hat ragihandin. Li herêmê 12 roj in operasyona leşkerî berdewam dike. Hat ragihandin ku helîkpter bênavber herêmê bombobaran dikin. Hat zanîn ku li hin deveran ji ber operasyonê şewat derketiye. Zeviyên gundiyan xesar dîtine û hat destnîşankirin ku li her deverek herêmê fotokapan û MOBESE bi cih kirine. 

Îro jî gelek helikopter çoltera gundan bombebaran kirine. Gundiyan ragihand ku cihên nêzî malên wan hatine gulebarankirin û operasyon li gundê Bestê dijwar bûye.