Li Xarpêtê şer û operasyon

Gerîlayên HPG’ê li Xarpêtê li dijî artêşa Tirk a dagirker ên derketin operasyonê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û 2 gerîla jî şehîd bûn.

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona artêşa Tirk û şerê li herêmê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin gotin;

GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN, 2 GERîLA ŞEHÎD BÛN

“Roja 22’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li bejahiya navçeya Miyaran a Xarpêtê operasyonek da destpêkirin. Sibeha 23’ê Gulanê hêzên me piştî ku yekîneya operasyonê xist bin kontrola xwe di demek kurt de li dijî yekîneya dijmin çalakiyek lidarxist. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û gelek leşkerên dijmin hate kuştin. Divî şerî de rêhevalên me Şoreş Tatvan û dijar Bager heta fîşeka xwe ya dawî bi qehremanî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Piştî şer û çalakiya  artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê  rakir. Heman rojê saetên şevê artêşa TC’ê ya dagirker ku bi qismî paşve vekişiya, li herêmê bi yekîneyên veşartî pûsûyan diavêjin.

Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Şoreş Tatvan
Nav û Paşnav: Ferhat Akgun
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik - Bav: Seyhan - Abîdîn
Dem û Cihê Şehadetê: 23’ê Gulana 2019’an / Xarpêt

Şoreş – Ferhat Akgun

Nasnav: Dijwar Bager
Nav û Paşnav: Mehmet Bîlgî
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Ayten - Taner
Dem û Cihê Şehadetê: 23’ê Gulana 2019’an / Xarpêt

DiJwar – Mehmet Bîlgî

 

Rêhevalê me Şoreş Tatvan li navçeya Tetwan a Bedlîsê di nava derdorekî welatparêz de jidayik bû. Rêheval Şoreş hê di temenê biçûktiyê de rastiya dijmin dît, li qada ciwaniyê bi awayekî aktîv beşdarî xebatan bû. Rêhevalê me ku li dijî politîkayên dijmin ên li metrepolan tinekirin û asîmîlasyonê xebat meşand di sala 2010’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Rêheval Şoreş di nava têkoşîna azadiyê de ji roja beşdar bûyî ve bi awayekî herî baş erk û bersipyartiya xwe pêk aniye. Hevrê Şoreş demek dirêj li Zagrosan peywir girt û li beramberî hemû zoriyan îradeyekî şoreşgerî nîşan da û hemû astengî rakir. Hevalê me Şoreş ê dirûst, fedekar di demeke kurt de bi serketî bû gerîlayek profesyonel. Hevrê Şoreş ê ku xwe gerîlayekî gihaştî pêşxist berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrê yê li qadên lê mayî erkên girîng girt û heta kêliya ku şehîd bikeve ji bo jiyanekî birûmet û azadiya Kurdistanê bi qehremanî li dijî dijmin şer kir û şehîd bû.

Hevrê Dijwar Bager ku sala 1993’an li Amedê ji dayikbû, li dijî dijminê ku dixwest gelê Kurd bike kole sala 2017’an beşdarî Tevgera Azadiyê bû. Hevrê Dijwar ê ku li dijî dijmin xwedî hêrsekî mezin bû, hêrsa xwe veguherdan zanînekî şoreşê û bû xwedî kesayetekî têkoşer ê bi hêz. Hevalê me Dijwar ku hemû erk û berpisyartiya şoreşê pêk anî ji bo azadiya gelê Kurdsitan bû xwedî kedeke mezin. Hevrê Dijwar ku bi rastbûyîn û girêdana xwe ya bi tevgerê re dihate naskiin heta kêliya ku şehîd bikeve li dijî operasyonên dagirkirina Kurdistanê bi fedayî şer kir û şehîd bû.

Serî de ji herdu malbatên bi nirx û hemû gelê Kurd yê welatparêz re sersaxî dixwazin û em soz didin ku em ala hevrêyê xwe her tim bilind bikin û xeyalên wan bidin jiyîn, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin.”