Li Xarpêtê li 15 herêman qedexeya der ve hate îlankirin

Li Xarpêtê 15 herêm weke herêmên ewlehiya taybet hate îlankirin.

Li 15 herêmên girêdayî navçeyên Xulaman, Palo, Dep û Miyaran ên Xarpêtê ji 4’ê Adarê heta 18’ê Adarê weke herêmên ewlehiya taybet hate îlankirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Waltîiya Xarpetê ve hate kirin; Herêmên Zozanên Gortlî û Herêma Zozanên Herbite yên girêdayî navçeya Xulaman, herêma Gorese 1 û gorese 2 a girêdayî navçeya Miyaran, Gazdagi, Çiyayên Karbogan, Dîlektaşi, Akpinar, Pîlavtepe, Koçyigitler, Zozanên Başak, Velîkan û li gel Çatili yên girêdayî navçeya Dep, Zozanên Haydar û Deştibotan û herêm Akdag ên girêdayî navçeya Palo bi qasî 15 rojan herêmên qedexe hate îlankirin.