Li Xarpêtê 8 kes hatin girtin, li Amedê kesek hate binçavkirin

Ji 12 kesên li Xarpêtê ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî hatibûn binçavkirin, 8 kes hatin girtin. Li Amedê jî kesek hate binçavkirin.

12 kesên roja 18'ê Tebaxê li navenda Xarpêtê û navçeyên Dep û Qovanciyan ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriya Tirk, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" ji bo bên girtin ew radestî dadgehê kir. Dadgehê jî Abdulhamît Oran, Îrfan Bîlîn, Recep Ozgun, Selamî Demîrdag, Galîp Demîrdogen, Zekî Okçûoglû û 2 kesên navên wan nehate hînbûn girt û şand girtîgehê. 4 kes jî hatin berdan.

Wekî din, li gorî agahiyan; di dema serdegirtinê de polîsên Tirk devê çekê daye serê kesê bi navê Ramazan û zarokekî 4 salî jî yê ji tirsa ber bi bavê xwe ve beziya, li bin guhê dîwêr xistine.

Li navçeya Farqîn a Amedê jî, rêveberê berê yê DBP'ê yê navçeyê Nacî Toptemîş li mala xwe ya li taxa Camî di serdegirtinê de hate binçavkirin.

Agahî bi dest neket, bê Toptemîş ji ber çi hatiye binçavkirin.