Li Xakurkê û Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Li Xakurkê û Zapê di çalakiyan de ku bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê hatin kirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, bombe li 10 çeperan hate barandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê;

1'ê Îlonê saet di 08:05'an de bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê îlonê saet di 14:15'an de li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

2'ê Îlonê saet di 06:00, 07:00, 18:30 û 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 4 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

2'ê Îlonê saet di 10:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

2'ê Îlonê saet di 13:30, 16:30 û 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.

2'ê Îlonê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

2'ê Îlonê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

2'ê Îlonê saet di 18:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

3'ê Îlonê saet di 00:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

2'ê Îlonê li Xakurkê qadên Ava Lolanê û Sinînê 2 caran, herêma Zapê carekê bi giştî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."