Li Xakurkê operasyon û şer

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonê kiriye û li hin deveran şer qewimiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û şer daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 25'ê Mijdarê de artêşa TC a dagirker li geliyê Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de li hin deveran şer qewimî. Di êvara heman rojê de balafirên şer û helîkopterên êrişê qada operasyonê bombardûman kirin. Der barê encamên şer û bombardûmanê dema ku agahî bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Di 26'ê Mijdarê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

Di saet 09:30'î de balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê û qada Çemço û Karker saet di 12:30'î de bombe kirin.

Di navbera saet 16:30 û 18:00 de balafirên şer bombe li geliyê Suredê yê herêma Qendîlê barandin."