Li Xakurkê çalakiya sûîkastê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li Xakurkê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistiye û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Xakurkê wan leşkerek kuştine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 30’ê Tîrmehê saet 12:30’an li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Derwêş ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûbûn, çalakiya sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI BESTAYÊ ŞER

Roja 28’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li herêma Çelê Sor ya herêma Şehrîban a herêma Besta ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Heman rojê saet 12:40’an hêzên me bi yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker re hatin pêşberî hev û şer derket. Di şerê li vê herêmê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nahate zelalkirin, 2 hevreyên me yên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin. Heman rojê bi şev operasyon ji herêmê vekişiya.

OPERASYONA LI SILOPÎ BI PAŞ VE HATE KIŞANDIN

Roja 27’ê Tîrmehê  artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundên Germik û Zêtka yên navçeya Silopya ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Heman rojê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombe kir û sibeha 28’ê Tîrmehê leşker danîn herêmê. Ev operasyon heman rojê saetên nîvro bêyî encam bigire paş ve vekişiyaye. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya xwe nûçeyên derew yên windahiyên gerîla di operasyonê de servîs dike. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

BALEFIRÊN ŞER QADA KUNÎŞKA Û GUNDÊ FILLEHA YA ZAPÊ BOMBERDÛMAN KIRIN

Roja 31’ê Tîrmehê (îro) saet 07:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker Girê Bahar ê li herêma Gundê Filleha û herêma Kunîşka yên herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”