Li Xakûrkê çalakiya sabotajê

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Girê Şehîd Derwêş ê Xakûrkê li dijî artêşa Tirk çalakiya sabotajê li dar xistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê got; “Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya , roja 3’ê Hezîranê saet 20:00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”

HPG’ê bi domdarî got; “Roja 3’ê Hezîranê saet navbera 23:00 û 00:00’an helîkopterên êrîşê yên artêşa TC’ê ya dagirker biserûber bombe li derdora girê Şehîd Şerîf û Şekîf, herêma Şehîd Botan, Ermûş ên Xakûrkê barandin. Di van êrîşan de ti windahiyek canî ya hêzên me çênebûne.

HETA NIHA 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN, NÛÇEYÊN WINDAHIYA 34’AN DEREW E

Wezareta Parastinê ya Tirk nûçeyên ku di operasyonê de heta niha 34 gerîlayên me şehîd bûne serwîs dike. Bîlançoya ku her roj Wezareta Parastinê ya Tirk radigihîne ji nêz û dûr ve ti eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Divê gelê me ji van nûçeyên şerê taybet ên dagirkeran ku bi hemû teknolojiya di destê wan de bi hovane êrîşî xaka Kurdistanê dike, bawer nekin. Heta niha di operasyonê de 2 hevreyên me şehîd bûne û di daxuyaniya 3’ê Hezîranê de me ev ragihandibû. Dewleta Tirk ku li beramberî gerîla hemû îmkanên xwe seferber kiriye ti serketinek bi dest nexistiye, ketiye pey serkeftinên qelp û derewîn.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI GAREYÊ BARANDIN

Roja 3’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di navbera saet 22:00 û 23:00’an de bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Divê bombeberanê de ti windahiyekî hêzên me çênebûye, zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl.”