Li Xakurkê 9 dagirker hatin cezakirin

Li Xakurkê di rêzeçalakiyên gerîlayên HPG’ê de 9 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin. HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna Hefteya Qehremaniyê hatine kirin.

Bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê ya 21-28’ê Adarê de gerîlayên HPG’ê li Xakurkê hin rêzeçalakî lidarxistin.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ne:

“-27’ê Adarê saet 17:00’an hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Girê Kevortê dimînin xistin. Di encama vê çalakiyê de ku tê de bi rengekî serketî li çepera dagirkeran hatiye xistin, herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin û çeperek bi temamî hatiye rûxandin.

 – Di 29’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker li derdora Girê Lêlîkan û Girê Şehîd Şervan dest bi operasyona dagirkirinê kir. Di dema operasyonê de wesayîteke dagirkeran piştî ku ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin, bi taktîkên sabotajê hate derbkirin. Di encama çalakiyê de wesayîta ku hatibû hedefgirtin hate rûxandin û 4 dagirkerên tê de bûn jî hatin cezakirin.

– Di 30’ê Adarê saet 17:00’an de li Girê Lêlîkanê dîsa hêzên me bi çekên giran gule li dagirkeran reşandin. Di encama lêdanên bi bandor de çeperek a dagirkeran hate rûxandin û 3 dagirker jî hatin cezakirin.

Ev çalakiyên bi bandor ên li pey hev ji aliyê hêzên me yên Xakûrkê ve, di şexsê şehîdên me yên 21-28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê de ji bo bîranîna hemû cangoriyên Kurdistanê yên nemir pêk hatin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

28’ê Adarê saet 07:00’an qada Kurojahro ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

– Roja 29’ê Adarê saet di navbera 21:30 û 23:30’an de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos û Şehîd Dilgeş, tevgera helîkopteran çêbû.

– 29’ê Adarê saet di navbera 09:00-23:00’an de ji qada Kela Bêdewê ya herêma Zapê tevgera helîkopteran çêbûye û bi helîkopterên êrîşê herêm hatiye bombekirin. Heman rojê saet 15:00’an herêma Kurojahro 2 caran bi balafirên şer hatiye bombe kirin.

– 29’ê Adarê saet di navbera 15:20-15:30’an de qadên Kunîşka û Sîda yên herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombebaran kirin.

 – Di 27, 28 û 29’ê Adarê de derdora gundê Gundê Bazê yê Metînayê 2 caran, derdora Girê Hekkarî jî 2 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

– 29’ê Adarê saet di navbera 15:40-22:00’an de li ser xeta Qeşûra ya Metîna tevgera helîkopteran hebû. Di heman demê de derdora gundên Kela Qumriyê û Gundê Hirorê bi helîkopterên êrişê û herêma Girê Ortê jî 2 caran bi balafirên şer hatiye bombebarankirin. Artêşa Tirk a dagirker Girê Azad û derdora wê, Girê Şehîd Çiya û Girê Milîtan bi helîkopteran hêzên xwe teqwiye kir.

– 31’ê Adarê saet 11:20’an derdora Berbizina ya herêma Xakurkê û qada Girê Şehîd Hêmîn 3 caran bi balafirên şer hatiye bombebarankirin.

– 31’ê Adarê saet di navbera 21:40-23:00’an de li qadên Mervanos û Şehîd Dilgeş ên herêma Avaşînê tevgera helîkopteran pêk hatiye û ev herêm bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

– 1’ê Nîsanê saet di navbera 16:00-17:00’an de qada Girê FM ya herêma Zapê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin. Heman rojê saet di navbera 15:00-20:45’an de Girê Hakkarî ya Metîna û Kurojahro ya Zapê 3 caran bi balafirên şer hatiye bombebarankirin.”