Li wargeha xwendekaran, mirina bi guman a ciwanekê

Hat îdiakirin ku li Wargeha Xwendekarên Mêr a Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê, xwendekar Habîp Sîvî xwe kuştiye, lê malbat jê bi guman e û got: “Nehiştin cara duduyan otopsî çêbibe.”

Xwendekarê sala sisêyan ê Beşê Wêje û Zimanê Îngîlîzî yê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Habîp Sîvî yê ji gundê Xanik ê navçeya Elbakê ya Wanê ku di Bloka B ya Wargeha Xwendekarên Mêr ên KYK’ê de dima, hat îdiakirin ku xwe kuştiye û piştî bûyerê bi 12 saetan Midûriyeta Wargehê haya malbatê pê xistiye. Malbat ku saet di 14.00’an de digihîje Bedlîsê, dibihîse ku otopsî bêyî ku ji wan û parêzerê wan re bê gotin hatiye kirin. Xizmên Sîvî hevdîtin bi dozgêr, alîkarê rektor, midûrê wargehê û polîsan re kir. Midûrê wargehê, diyar kir ku ew ji xwendekarên di odeya Sîvî de bûne, pê hisiyane. Dozgêr û bijîşkê tiba edlî, îdia kir ku Sivî poşet xistiye qirika xwe û xwe pê fetisandiye. Malbat ji awayê mirina kurê xwe bi guman e, lewam serî lê da ku cardin otopsî bê kirin.

Ji ber ku dereng ji malbatê re hatiye gotin û otopsî bêyî agahiya malbatê û parêzer hatiye kirin, şik û gumana têkildarê xwekuştina Sivî zêde dibe.

NEHAT HIŞTIN KU CARDIN OTOPSÎ BÊ KIRIN

Mamê Habîp Sîvî M. Salîh Bîçer jî diyar kir ku 12 saet piştî mirina Sîvî agahî dane wan û otopsî bi awayekê ji wan veşartî hatiye kirin û wiha axivî: “12 saet piştî xwekuştinê ji me re gotin. 12 saet bi şûn de ku em çûn wir, dozgêr, bijîşkê tiba edlî, rektor û midûrê wargehê li nexweşxaneyê bûn û otopsî qediyabû. Got ku poşet xistiye serê xwe û xwe kuştiye. Du odeya wî de du heval hebûne, wan çawa nebihîstiye. ‘Hevalên wî ku ji bo gazî lê bikin ku biçe taştê bixwe, dîtine ku xwe kuştiye.’ Gotinên dozgêr, midûrê wargehê û rektor hev û din nagirin. Dibêjin hevalên wî yên odeyê ew roj bi destûr bûne. Ev tev, şik û gumanan bi mirov re çêdikin. Habîp wê şevê bi malbata xwe re suhbetê dike, tu pirsgirêka wî nîn bû. Em dibêjin dibe ku hatibe kuştin. Tiştekê bi serê vî zarokî de anîne, lê ji me vedişêrin. Em dixwazin careke din otopsî bê kirin, Bedlîsê vê daxwaza me red kir û em ê jî serî li Dozgêriya Komarê ya Wanê bidin. Xwekuştin be jî em dixwazin baş lêkolîn bê kirin.”

EGÎTÎM-SEN EM JÊ GELEK BI ŞIK Û GUMAN IN

Hevserokê Şaxê Egîtîm-Sen’ê yê Wanê Mûrat Atabay, got: “Di vê bûyerê de jî ku dereng haya malbata pê xistine, bêyî ku ji malbatê re bibêjin otopsî kirine, îdiayên têkildarên xwekuştinê ne aqilane û mentiqî ne, lewma em jê gelek bi şik û guman in. Hêviya malbatê û xelkê ew e ku vekolîna bûyerê bi kitekit bê kirin, ji bo rakirina ji holê ya nakokî û metirsiyan, divê daxwaz bên qebûlkirin.”