Li Wanê Yekîneya Şehîd Baran Dersim rêze çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li wanê 17, 18 û 21’ê Mijdarê rêze çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim a daxuyaniyek nivîskî da ev agahî parve kir:

“17’ê Mijdarê li Taxa Sihke ya Îpekyolû ya Wanê tîmên polîsan ên li ser agahiya diz hene hatin taxê çalakiyeke bi bombeya destan kirin. Di vê çalakiyê de 5 polîs birîndar bûn. Li ser vê taxa tax hate dorpêçkirin, yekîneyên me selamet gihiştin cihên xwe.

17-18’ê Mijdarê li taxa Xaçort a Îpekyolû ya Wanê agir dadan û rê li trafîkê girtin. Li dijî dijmin bi bombeyên destan û bombeyan çalakî kirin. Agahiyên zelal li ser kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Du rojan li taxê helikopter geriyan û dorpêç kirin. Yekîneyên me saxlem vegeriyan ichên xwe.

21’ê Mijdarê jî li taxa Sihke ya Îpekyolû ya Wanê yekîneyên me li dijî trana bar hildigirt çalakiyek bi bombeyên destan kirin. Ziyan gihişte tren û rayan, seferên trenê betal bûn.”