Li Wanê xebatên ‘NA’yê xurt dewam dike

Xebatên “Na”yê yên Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Wanê didomin. Rêveber û parlementerên HDP-DBP’ê tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal digerin û qala girîngiya dengê ‘Na’ dikin.

Rêveberên HDP û DBP’ê îro li navçeyên Wanê yên wekî Tûşba, Artemêt, Qelqelî û Îpekyolûyê xebatên referandûmê domandin. Ji bo ‘Na’yê piştgirî hate xwestin.

TÛŞBA

Kampanyaya ‘Na’yê ya ku bi pêşengiya jinan li Wanê didome, îro li sîteya Komirvan û Êzingvanan û li ya Kafiroşan a bi ser Tûşbayê domiya.

Gel eleqeyeke germ nîşanî serdanê da ya ku parlementera Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe jî beşdar bûbû. Ozgokçeyê bi esnafan re sohbet kir û ji bo ‘Na’yê piştgirî xwest.

Piştî serdana li dikandaran Ozgokçe û jinên taxa Seyrantepeyê hatin gel hev û li ser 18 xalên makezagonê axivîn. Ozgokçe got: “Heke di referandûmê de erê derkeve, wê zilamek vî welatî bi rê ve bibe. Heke biryareke şer bidin, wê zarokên me di vî şerî de bimirin. Zagona dardakirinê wê ji bo me Kurdan be. Ji bo ku em ji van tiştan re bibêjin êdî bes e, divê li ser sindoqan em biryareke rast bidin.”

ARTEMÊT

Parlementerê Wanê yê HDP’ê Adem Geverî jî çû serdana gundên Kopruler û Donemeçê. Geverî di axaftina xwe de diyar kir ku heke ji referandûmê ‘NA’ derkeve wê ji bo normalîzasyona welat gaveke girîng were avêtin.

QELQELÎ

Parlementerê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan jî li Qelqeliyê bû. Botan li vê derê di serdanên dikandar û taxan de hate ba gel, qala girîngiya referandûmê kir. Botan diyar kir ku wê gelê Kurd qedera vê referandûmê diyar bike û got: “Ez gazî hemû gelê me dikim ku li ser sindoqan bibin peywirdar û xwedîtiyê li sindoqan bikin.”

ÎPEKYOLÛ

Rêverên HDP û DBP’ê yên Îpekyoluyê çûn TOKÎ’ya li Kevenliyê û di referandûmê de ji bo “Na”yê piştgirî xwestin.