Li Wanê xebatên ‘NA’yê bi awayekî xurt didome
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê li gel wekîlên HDP’ê îro çûn serdana sûka taxan û standên li navenda bajêr hatine vekirin, bi gel re civiyan û gel vexwendin mîtînga ku wê roja Înê bê lidarxistin kirin.
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê li gel wekîlên HDP’ê îro çûn serdana sûka taxan û standên li navenda bajêr hatine vekirin, bi gel re civiyan û gel vexwendin mîtînga ku wê roja Înê bê lidarxistin kirin.
Gel ji xebatên referandûmê yên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajarê Wanê re eleqeyek mezin nîşan didin. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê li gel wekîlên HDP’ê îro çûn serdana sûka taxan û standên li navenda bajêr hatine vekirin bi gel re civiyan û gel daxwazî mîtînga ku wê roja Înê bê lidarxistin kirin.
Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe,çû serdana Taxa Cevdet Paşa û Lezgîn Boatna jî çû sûka Semtê ya Taxa Şabaniyeyê bi gel re civiyan. Heyeta ku gel li vir eleqeyek mezin nîşandan,bi gel re govned gerandin.
Parlementerên HDP’ê Botan û Ozgokçe piştre jî çûn standên ‘NA’ yên ku li navenda bajrê hatine vedan ziyaret kirin, gel têkildarî çima wê bêjin ‘NA’ agahdar kirin û gel vexwedin mîtînga mezin ku wê roja Înê bê lidarxistin kirin.