Li Wanê xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina herêmî
HDP di çarçoveya hilbijartinên herêmî de li navçeyên Rêya Armûşê, Seray û Ebex a Wanê bi gel re civiya.
HDP di çarçoveya hilbijartinên herêmî de li navçeyên Rêya Armûşê, Seray û Ebex a Wanê bi gel re civiya.
Li Wanê xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina herêmî didome.
Li Rêya Armûşê ya Wanê 2 buroyên hilbijartinê hatin vekirin, li Ebex, Artemêt û Serayê jî bi gel û jinan re civîn pêk hat.
RÊYA ARMÛŞÊ
Rêxistina navçeya Rêya Armûşê ya HDP’ê li taxên Sîpan û Cevdet Paşa du buroyên hilbijartinê vekir.
Di vekirina buroyê de namzeta hevşaredariya Rêya Armûşê Şehzade Kûrt diyar kir ku, ligel ku zext û zor hene, gel xwedî li partiya xwe derdikeve. Kûrt bal kişand ser berxwedana Leyla Guven a ku 102 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ye. Kûrt diyar kir ku wê gel di 31’ê Adarê de qeyûman bişîne Enqereyê.
SERAY
Namzeta hevşaredariya Serayê ya HDP’ê Caziye Dûman jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Serayê bi jinan re civiya. Dûman diyar kir ku qeyûman berê êrîşî saziyên jinan kiriye û got ku, “Em ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin vê feraseta ku saziyên jinan girtiye.”
EBEX
Namzetên hevşaredariya Serayê ya HDP’ê Leyla Atsak û Farûk Demîr jî li gundan bi gel re civiyan. Gundiyan diyar kirin ku qeyûm di mehên zivistanê de rêya gundan venake û ew ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwist bidin.