Li Wanê terora polîsan: 20 ciwan hatin destgîrkirin
Li Wanê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 20 ciwanên Kurd destgîrkirin.
Li Wanê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 20 ciwanên Kurd destgîrkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin polîsan serê sibê li bi ser gelek malan de girtin. Polîsan deriyên gelek malan şkandin. Li aliyê din polîsan mal talan kirin û herî kêm 20 ciwan destgîrkirin. Hinceta destgîrkirina ciwanan nehate diyarkirin, hate ragihandin ku dibe hejmara destgîrkirinan zêde bibe.