'Li Wanê qirkirinek ji ya salên 90'î xirabtir pêk tê'

Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kava anî ziman ku li Wanê qirkirinek ji ya salên 90'î xirabtir pêk tê û got, "Li Wanê ti carî Rewşa Awarte nehatiye rakirin û bi taybet jî Wan weke herêmek pîlot hatiye destnîşankirin."

Di dîroka gelên Kurdistanê de weke gelek bajar û deverên din bajarê Wanê jî xwedî cihekî girîng e. Wan ji Urartuyan heya roja me ya îro ji dehan şaristaniyan re mazûvanî kiriye. Di her bihostek xaka Wanê de jî şopên vê dîroka qedîm xwe didin der. Ji dêran bigirin heya mizgeftan, ji piran bigirin heya kelehan, ji eqdên avê bigirin heya perestgehên di şikeftan de, kêlî bi kêlî mirov di nava çirkên hezaran salan de diçe û tê.

Wan yek ji cihên pîroz ê gelê Kurdistanê ye. Vî bajarê dîrokî timî li hemberî zext û êrîşên dewleta Tirk a dagirker serî hilda ye. Bi têkoşîna azadiyê re jî ev bajarê qedîm û bi welatparêziya xwe serbilind e, bi zarok, ciwan, jin û îxtiyarên xwe xwedî li şoreşa Kurdistanê derket. Bi hezaran keç û xortên Wanê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê di nav refên gerîlayan de cih girtin. Helbet dewleta Tirk a dagirker bi gelek rêbazên xerab xwest bandorê li ser vê herêmê bike. Zext, îşkence û her cure rê û rêbaz bi kar anî. Lê ev hemû lîstik bi qudreta vê welatpareziya bilind hatin pûçkirin.

Dewleta dagirker ji dîrokê heta roja îro zext, êşkence û her cure rêbûrêbaz li ser xelkê herêmê bikar aniye. Li Kurdistanê ti carî Rewşa Awarte nehatiye rakirin û bi taybet jî Wan weke herêmek pîlot hatiye destnîşankirin. Walîtiya Wanê Rewşa Awarte ya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin dike hincet û ji 21'ê Mijdara 2016'an heya niha li bajêr 15 rojan carekê hemû çalakî û xwepêşandanan qedexe dike. Lê belê ev qedexeya navbirî tenê ji bo partiyên muxalif û rêxistinên civaka sivîl, sendîka û odeyên pîşeyî derbasdar e. Rewşa Awarte li Wanê nehatiye rakirin û mafên maqeqanûnî ji holê hatine rakirin. 

Her wiha Baroya Wanê ji bo betalkirina vê qedexeya navborî 12 caran serî li Dadgeha Îdarî daye jî, lê belê her 12 serlêdan jî hatine redkirin. Li gel hemû qedexe, zext û êşkenceyan jî vî bajarî ti carê li dijî zilmê serî netewandiye. Li vî bajarî hêzên dagirker ciwan revandin, bedenên jinan teşîr kirin, welatî îşkence kirin û ji helîkoptêrê de avêtin. Her wiha hema bibêje her roj li ser malên welatparêzan de digrin û welatiyan destgîr  dikin û dixwazin xelkê şoreşger çokê danin. Lê ji dîrokê heta niha ti carî xelkê vî bajarî serî netewandiye û timî li dijî zilmê serî hilda ye. 

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava têkildarî polîtîkayên dewletê yên li ser bajarê Wanê axivî û anî ziman ku li Wanê ti carê Rewşa Awarte nehatiye rakirin û timî dewlet bi rêbazên cuda êrîşî xelkê Wanê kiriye. 

'GEL LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê BI HÊRS E'

Kava di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser qeyrana aborî, siyasî û civakî û got: "Li Wanê qeyrana siyasî, aborî û civakî gihiştiye asta herî jor. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bajarê herî zêde para xwe ji vê digre Wan e. Li aliyekê zextên dewletê, qeyrana aborî û civakî û rewşa şewbê bajar xistiye nava çar dîwaran de. Her wiha di aliyê şewbê de hikûmetê li Wanê gel terkî qedera wan kiriye û ti ewlekarî tineye. Di aliyê siyasî de jî zêdetirî 5 sal e qedexeya li bajêr didome.  Dema ku ev di nava gel û esnafan de digrerin her kes ji vê rewşê bi gilî ye. Ji polîtîkayên dewletê yên li ser Wanê xelk bêzar bûye. Ji ber rewşa krîza aboriyê êdî dikandar û welatî nikarin kira û faturayên xwe bidin. Hikûmet ji derdê welatiyan fêm nake û weke her tişt asayî ye nîşan dide. Di salên derbasûyî de kêm jî be, welatiyan bi bazirganiya li ser sînor dikarî debariya xwe bike. Lê ji ber ku welatiyan debariya xwe dikir, dewletê pêşiya vê yekê jî girt. Weke bajar bike girtîgehek servekirî, li dora sînor hemû diwar lêkiriye û xendek kolan e, bi vê yekê re bajar kirine nava dorpêçekê de. Ji ber vê rewşê jî civak bi ti awayî nikare debariya xwe bike.”

'QIRKIRINEK JI YA SALÊN 90'Î XIRABTIR PÊK TÊ'

Kava da zanîn ku ji dîrokê heta niha polîtîkayên dewletê yên li ser Kurdan neguheriye her ku diçe kûrtir dibe û wiha dewam kir, "Li ser sînor hema bibêje heftiyê carekê welatî tên qetilkirin. Berî çend roj niha dîsan li navçeya Serayê welatiyek kete xendekên dewletê kûlane û di xendekê de jiyana xwe ji dest da. Mirina vî welatiyê bi guman e. Dema ku em çûn serdana malbatê, malbatê tiştên cuda bi me re parve kir. Li gorî malbat dibêje, ‘destpêkê hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiyekirin û hatiye qetilkirin.’ Her wiha di werza biharê de dema welatî diçûn pincar kom dikirin ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û bi awayek hovane li wan îşkence hate kirin. Dîsan li navçeya Şaxê di 11’ê Îlonê de Osman Şîban û Serbet Tûrgût îşkence li wan hatibû kirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Dema ku mirov li van bûyeran dinêre û dibîne ku polîtîkayên taybet li Wanê tên meşandin. Li seran serî Kurdistanê bi sedan bûyerên wekî yên Servet Tûrgût û Osman Şîban pêk tên û gelek jê nayên bihîstin. Niha qirkirineke ji weke salên 90'î wêdetir pêk tê."

'KIRYAR TÊN PARASTIN'

Kava destnîşan kir ku hema bibêje her roj xebatkar û endamên wan bi awayekî korsanî tên destgîrkirin, revandin û gef li wan tên xwarin. Kava derbirî ku niha qirkirineke ji weke salên 90'î wêdetir pêk tê û wiha dom kir: "Mînakên îro rû didin di salên 90’î de jî wiha nebû, ev rewş ji salên 90’î gelek xirabtir û wêdetire. Li Kurdistanê ti hiqûq û rêgez tineye û kesên van kiryaran jî dikin tên xelatkirin. Her wiha rayedarên dewletê jî van kiryaran diparêzin û teşfiqa van kiriyaran dikin."

Kava bilêv kir ku li Wanê qanûnên taybet tên meşandin û dewlet kesên bi taybet hatine perwerdekirin dişînin herêmê û got: "Ev kesên taybet li ser hişmendiya nîjadperestiyê hatine perwerdekirin û bi ti awayî qanûnan nas nakin û dewlet wan diparêze. Kesên van kiryaran dikin,  ber bi çav dikin û pêwîstî bi veşartinê jî nakin. Berî niha welatiyên me dihatin windakirin û qetilkirin, lê kujer nediyar bûn. Niha dewlet bi awayek vekirî vê yekê li Wanê dike. Dewletê ferman daye hêzên xwe yên li Kurdistanê û dibêje, 'hûn çi bikin bikin, em li pişt we ne'. Ev hêz jî bi awayek rehet kiryarên der mirovî dikin."

'FINDA AKP'Ê TEFIYA'

Kava bal kişand ser qexeya 5 sale didome jî û ev tişt got: "Herî zêde yê nesîbê xwe ji vê qedexeyê digire jî partiya me ye. Berpirsiyarê vê qedexeyê AKP ye. Gava AKP nû hat avakirin îdiayên wê yên wekî demokrasî, hiqûq, aborî û aramiyê hebûn. Lê belê civakê xapand. Te dît dibêjin 'agir bi mala virekan ketiye kesî bawer nekiriye.' Civakê jî vê derewa AKP'ê dît. Finda wan jî heya ku ew şiyar bûn tefiya. Ew find tefiya, qirêjî û derewên wan derketin holê. Ji bo bertekên gelê Kurd ên li dijî êrîşan bên astengkirin, van qedexeyan îlan dikin. AKP, dixwaze her tişt di kontrola wê de be. Hikûmet, ji bo burokratên xwe û kesên nêzî xwe fêdê bigirin ji wan re qadan diafirîne. Wekî hûn jî dizanin, li Wanê gelek maf tên binpêkirin. Hema bibêje her roj li sînor welatiyên me tên kuştin. Êdî Kurdan ji helîkopteran davêjin. Di warê abor, civakî û siyasî de astengiyên mezin hene. Ji bo bertekên gel ên li dijî van pêkanînan binixumînin, qedexeyan îlan dikin û vê yekê jî bi destê leşker û polîsan dikin."

'EM XWEDÎ KEVNEŞOPIYEK DÎROKÎ Û TIJÎ BERXWEDAN IN’

Kava di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd 40 sal li pey xwe hişt û ti carê li dijî zilmê serî netewandiye û got: "Têkoşîna Gelê Kurd xwedî kevneşopiyek dîrokî û tijî berxwedan e. Vî gelî ti carî serî li hemberî êrîşan nedaniye û nadane. Kurd hatin qetilkirin, revandin, winadkirin û bi dehan komkujî serê wan de hat, lê ti carê dest ji doza xwe ya mafdar neberda. Wê îro jî weke her demê hin xortir xwedî li doza xwe derkeve. Em ê jî weke her demê têkoşîna xwe bilind bikin û xebatên xwe di asta herî jor de bidin meşandin. Ev jî xwe weke kevneşopiyekê ye. Mînak, dema heval û xebatkarên me tên binçavkirin di heman kêliyê de cihê wan tê dagirtin û ew xebat bi ti awayî vale namîn e."