Li Wanê Newroza herî bi heybet a van salên dawî

Bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku li Wanê hat lidarxistin bûn û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme hatin berzkirin.

Pîrozbahiya herî bi heybet a Newrozê ya salên dawî li Wanê pêk hat. Bi sed hezaran kes qada Newrozê tijî kirin.

Pîrozbahî bi bernameya axaftina vekirinê destpê kir. Gel bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir û agirê Newrozê pêxistin.

Ji Rêveberên MED TUHAD-FED'ê Yusuf Çakas di axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoyek dîrokî tê jîn. Çakas got, "Em hevrêyên xwe yên li hemû zindanan silav dikin. Di şexsê Birêz Ocalan de li zindanan tecrîd heye.  Heta ku em tecrîdê têk nebin jî dê nekarin tu tiştekî bi ser bixin. Em ji bo girtiyên nexweş diqîrin û dibêjin ku dê tecrîd were têkbirin û zindan bên azadkirin.” 

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Newroz tê wateya azadî û berxwedanê. Ji ber karesata erdhejê em di vê Newrozê de xemgîn in. Berpirsyarê vê karesatê jî ev desthilatdara dizî û talanê ye. Hemû çavkaniyên vî welatî ji bo dijminatiya li dijî kurdan û şerê li dijî wan bi kar anîn. Yên ku bombeyan li ser serê kurdan dibarînin, berpirsyarên vê karesatê ne jî. Lê ev hêj jî dixwazin ku xwe bi şer û zilmê li ser pêyan bihêlin. Di tifaqa wan de dijminatiya kurdan û zilm heye. Lê em ê wan biavêjin sergoyê. Em xwedî hêvî ne, hêviya me Rêya Sêyemîn e. Em ê teqez vê pergal û faşîzmê têk bibin. Em xwedî çareseriyeke demokratîk in. Xwediyê vê çareseriyê û muxatabê wê birêz Ocalan e. Yên ku mase belav kirin divê bizanin ku HDP’ê heye. HDP’ê dê teqez wê maseyê careke din bi muxataban bide avakirin. Niha li pêşiya me hilbijartinek heye. Divê em tenê yek dengê xwe jî ziyan nekink. Ew deng, emanetên têkoşîna bi dehan sala ye. Em ê bi awayekî pir xurt vegerin Meclisê.” 

Piştre jî peyama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Weke parêzerên birêz Ocalan me dixwest ku em bi deng û gotinên miwekîlê xwe li pêşberî we bin lê em tu agahiyan jê nagirin. Birêz Ocalan di Newrozê de bang li gel kiribû û pêşiya pêvajoyeke nû vekiribû. Tevî hemû hewldanên birêz Ocalan jî ev pêvajo hate têkbiririn û ji bo gelê me, bindestan û tevahiya civakê rê li ber pêvajoyeke bixwînî û êşbar vekirin. Di vê pêvajoyê de her wiha li dijî birêz Ocalan jî tecrîdeke giran xistin meriyetê. Her ku şert û mercên aborî û civakî yên civakên Tirkiyeyê û gelên me xerabtir bûn, her ku qadên azadiyê hatin tengkirin; tecrîd jî hate mayîndekirin û êdî gihişt astekî wisa ku tu agahî jê nayên girtin. Zîhniyeta şerxwaz, tecrîd û xizaniyê careke din welat xiste nava krîzeke mezin û encamên giran bi gelê me dan jiyîn. Tevahiya tiştên em dijîn nîşan didin ku ji her demê bêhtir niha pêdivî bi rola azadî û aştiyê ya birêz Ocalan heye. Ji bo ku em dengê aştiyê yê li Îmraliyê bilind dibe bibihîzin, ji bo ku em bikarin van krîzên aborî û polîtîk çareser bikin, hewcehiya me bi wî dengê heye. Heke em li dijî tecrîdê têkoşîneke encamgir bimeşînin, heke em têkoşîna heyî mezintir bikin, wê demê dê rêya aştî û çareseriyê jî vekin .” 
 
Piştre jî peyama Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an a Amedê de hate xwendin. 
  
Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî wiha got: “Newroz ji bo me coş bû lê îro em bi xemgînî pîroz dikin. Di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev karesatên ku sedsalan carekî çêdibin, rê li ber êşên gelek giran vekir. Di erdhejê de ne dewlet lê gelê me li wir hebû. Li pêşiya me hilbijartinek heye lê Tifaqa Komar li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin. Polîtîkaya xwe li ser vê ava kiriye. Em vê qebûl nakin. Tevahiya gelê kurd ê were ba hev û di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixe.” 
 Bernameya Newrozê bi axaftin û stranan berdewam dike.