Li Wanê name ji Ocalan û girtiyên siyasî re hatin şandin
Endamên DBP û HDP'ê li Wanê ji Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin.
Endamên DBP û HDP'ê li Wanê ji Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin.
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê, ji bo piştgiriyê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îro name şandin.
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun, Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yûnûs Parîm, nûnerên saziyan, aktîvîstên TJA û Daikên Aştiyê, nameyên bi wesîleya sala nû amade kirin, li postaxaneya navendî şandin.
Beriya şandina name û kartan, Aygun daxuyaniyek da û diyar kir, ku girtiyên siyasî bi tenê nînin û ew ê piştgiriya xwe ya ji bo wan bidomînin.