Li Wanê mirov bi zorê debara xwe dikin

Şêniyên Wanê bal kişandin ser buhabûna jiyanê û destnîşan kirin ku li deynkirinê jî ew nikarin debara xwe bikin.

Şêniyên Wanê ku bi salan e di bin ambargoya aboriyê ya dewleta Tirk de ne, bi krîza aborî re bêhtir xizan bûn, rêjeya bêkaran jî bilindtir bû.

Ji şêniyên Wanê Aydin Turkmen ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku sala dawî bi krîza aboriyê re êdî nema dikarin debara xwe bikin. Turkmen ragihand ku hemû danheviyên wan di nava salekê de qediyan û got, "Hatineya min ku salên derbasbûyî min dabû hev, di nava salekê de qediya. Nêzî 8 meh in bêkar im. Di destê min de çi hebû, neçar mam xerc bikim. Par me bi 400 lîreyî mehane dikarîbû pêwîstiyên xwarinê yên malekê hemûyan peyda bikin. Lê belê îsal bi 400 lîreyî nikare xwarina ji bo 3 rojan bikire. Mesrefa malekê ya xurekê mixabin bûye 3 het a4 hezar lîreyî. Her wiha par fatûreya gazê 150 heta 250 lîre bû, niha bûye 450 heta 750 lîreyî. Elektrîk ji 70 heta 100 lîreyî bû, niha bûye 350 heta 500 lîreyî. Ev tenê çend ji lêçûnane. Di rewşeke wiha de debar êdî gelekî zehmet bûye."

'DU SAL IN EM NIKARIN KINCAN BIKIRIN'

Şengul Meydan jî anî ziman ku li nava malbateke ji 7  kesî tenê ew dixebite, hevserê wê bêkar e û ew jî li kargehekê bi maeşê ji 2 hezar û 800 lîreyî dixebite. Şengul Meydan got, "Gelo bi vî maeşî em ê çawa debara xwe bikin? Maeşê min têra mesrefên mala min û zarokan, têra fatûreyan nake. Her meh em neçar dimînin ku ji cihekî deyn bikin. Min û hevserê min du sal in me ne ji xwe re kariye kincekî ne jî pêlavekê bikirin. Em bi alavên xwe yên kevn îdare dikin. Ji xwe goşt em tenê dikarin di xewna xwe de bibînin. Em êdî najîn, perîşan bûne. Kêfxweşiya me ya jiyanê nemaye. Me dest ji xwe berda, derdê me zarokên me ye. Em ji bo wan li ber xwe didin."