Li Wanê mehekê çalakî û aktivîte hate qedexekirin

Walîtiya Wanê çalakî û aktivîteyên di nava mehekê de li Wanê bêne lidarxistin, qedexekir.

Li Wanê ji bilî merasîm û civînên saziyên fermî hemû çalakî û aktivîte hatin qedexekirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê walîtiyê ve hatî kirin de hate ragihandin ku ji 30’ê Kanûnê heta mehekê çalakiyên kon, vekirina stand, çalakiyên rûniştinê, merasîmên bibîranînê û daxuyaniya çapmeniyê hate qedexekirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di nava sînorên bajêr de ji bo ewlehî û aramiyê, ji bo parastina can û milkê hemwelatiyan hemû çalakiyên deste û saziyên civakî yên fermî merasîm, civîn, şahî û hwd ne nav de, di çarçoveya Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civîn a hejmara 2911 hemû şêweyên çalakiyan qedexeye.

Ji 30’ê Kanûna 2017’an heta 30 rojan hemû çalakiyên bê destûra walîtiyê û ji bo parastina can û milkê hemwelatiyan, xirakirina rewşa aramî û ewlehiyê çalakiyên daxuyaniya çapemeniyê, vekirina kon, vekirina stand, çalalkiyên rûniştinê, merasîmên bibîranînê heta 30 rojan hatiye qedexekirin.”

Li bajêr biryara qedexeya destpêkê têkildarî aktivîte û çalakiyan di 1’ê Îlona 2016’an de hatiye girtin. Jİ wê dîrokê heta niha her meh qedexeya ku ji aliyê Waltiyê ve hatî dirêjkirin, bi biryara dawî re derbasî sala nû hate kirin.