Li Wanê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakî hate lidarxistin

Cîgirê Serokatiya Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got: "Werin em bi hev re ji vê zîhniyeta faşîst rizgar bibin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê sereke Birêz Ocalan e. Em amade ne ku berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin."

Nerazîbûnên li hemberî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de berdewam dikin.

Li Wanê çalakiyek hate lidarxistin û di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên ‘’Em ê bi têkoşînê ser bikevin’’, ‘’Bijî berxwedana gelê Kurd’’ û ‘’Ji têkoşînê ber bi serkeftinê ve’’ hatin berzkirin. 

Hevseroka Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Ûzûnay di çalakiyê de destnîşan kir ku qeyûm êrîşa li dijî îradeya gel e û got ku ew ê li hemberî qeyûman li ber xwe bidin.

Cîgirê Serokatiya Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ez bang li hemû gel, kedkar, jin û mexdûrên li Tirkiyeyê dikim; werim em bi hev re li dijî vê rejîma qeyûman rabin. Werin em bi hev re ji vê rejîma faşîst rizgar bibin.  Rêyeke vê yekê heye ku ew jî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgiraka Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk e.’’

Temellî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê sereke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: ‘’Aktorê sereke Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê têkildarî hemû pêngavan em amade ne ku berpirsiyariyên dikevin ser milên me, bi cih bînin. Ji bo destpêkirina vê pêvajoyê divê ev tecrîd were rakirin.’’

Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.