Li Wanê leşkeran bi çekê ciwanek bi giranî birîndar kir

Leşkerên Tirk li Wanê gule li ciwanê bi navê Mehmet Alî Nametogûllari reşand û ew birîndar kir.

Hate diyarkirin ku êrîş li herêma Erçekê ya di navbera Rêya Hevrîşm û Qelqeliya Wanê pêk hatiye.

Leşkeran gule Mehmet Alî Nametogûllari yê 20 salî reşand û ew bi giranî birîndar kirin. Hate diyarkirin ku rewşa wî giran e.

Bavê wî Îskender Nametogûllari ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, “Kurê min ji bo xwişka xwe ya nexweş diçe bajêr. Dema diçe leşkeran dibîne û bi wesayîtê vedigere. Dema ku dibîne leşkeran dane dû wî, dikeve nav gundekî. Dema şopandin didome, ew ji wesayîtê dadikeve, destê xwe radike. Leşker ji pêş û paş ve guleyan li wî direşînin. Piştre bi birîndarî wî radikin nexweşxaneyê.”