Li Wanê konferansa ciwanên HDP’ê: Ew ê ciwan tecrîdê bişkînin!

Ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara ‘Em xwe birêxistin bikin û azad bibin’ li Wanê konferansa ciwanan hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn got ku ew ê ciwan polîtîkaya tecrîdê bişkînin.

konferansa ciwanên Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Artemêtan a partiyê dest pê kir. Konferans bi şîara “Em xwe bi rêxistin bikin û azad bibin” dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Tosûn di konferansê de axivî û wiha got: “Berî her tiştî em şehîdên xwe, hemû pêşengên xwe û pêşengê siyaseta demokratîk Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ê di bin tecrîtek daîmî de ye silav dikin.

Tosûn, diyar kir ku ew di serdemek dijwar re derbas dibin û wiha got: “Li dijî siyaseta li welat tê jiyîn, krîza aborî û hemû polîtîkayên îmhayê yên li dijî gelê Kurd tên bikaranîn ciwan li çar parçeyan têkoşîna mirovahiyê û demokrasiyê bi rê ve dibin. Kurd tim nirxên nû ava dikin û ji bo azadiya xwe têdikoşin.”

Tosûn, da zanîn ku êrîşî ciwanan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku dizanin ciwan xwedî enerjiyek mezin in. Jiyana ciwanan zindî ye û rewan e. Di demên herî zor de bi berxwedana xwe peyamên girîng didin dagirkeran. Divê ev lêgerîna berxwedanê ya ciwanan tim berdewam bike. Em ê bi we re li dijî polîtîkayên faşîst, pêşerojek demokrat, wekhev û azad ava bikin.”

Piştî axaftina Tosûn konferans ji çapemeniyê girtî re berdewam dike.