Li Wanê koma 4’an çalakî dewr girt

Li Wanê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo ku balê bikişînin  ser grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, ji aliyê koma 4’an ve hate dewrgirtin.

Li Wanê ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk tê îro koma 4’emîn dewr girt. Gellek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Beriya dest bi çalakiyê bikin xizma girtiyan Emîne Bozkurt çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi bîr xist. Bozkurt anî ziman ku tecrîd tenê ne li ser gelê kurd pêk tê, di heman demê de li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk tê û greva birçîbûnê çalakiyek bi rûmet e.