Li Wanê koma 3’yan girêva birçîbûnê dewer girt
Li Wanê gireva birçîbûnê ya ku ji hêla Însîyatîva Hevgirtina Zindanan ve hatî destpêkirin koma 3’yan dewr girt.
Li Wanê gireva birçîbûnê ya ku ji hêla Însîyatîva Hevgirtina Zindanan ve hatî destpêkirin koma 3’yan dewr girt.
Li Wanê bi mebesta destekdaryina li girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger girêva birçîbûnê dest pê kiribû. Îro koma 3’yan girêva birçîbûnê dewr girt.
Malbatên girtiyan û rêveberên partiyên siyasî beriya bi 4 rojan dest bi girêva birçîbûnê kiribûn, di nav girêvê de endamên Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP, DBP’ê jî hene.
Dayika Aştiyê Aliye Balik ku girêv dewr girt, got: ‘’Em ji bo daxwazên zarokên ketin girêva birçîbûnê. Em ji b ku tecrîda li ser Rêbertiya me rabe, zilm û zordarliya li ser girtiyan rabe û aramî were welatê me dikevin girêva birçîbûnê.’’
Balik bang li hikûmeta Tirk kir ku bersivê bide daxwazên girtiyan. Ahmet Şeker jî ku ketî girêva birçîbûnê got heta ku encamek were standin wê çalakiya xwe bidomînin.