Li Wanê kesek ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin

Li Wanê kesê bi navê Şefîk Baga îro ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin.

Li navçeya Çaldiranê ya Wanê, kesê bi navê Şefîk Baga danê sibehê ji ber gulereşandina leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Şefîk Baga yê ji gundê Çiliya Jor dema ku ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibû ji ber gulereşandina leşkerên Îranê bi giranî birîndar bû.

Baga rakirin Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê, lê jiyana xwe ji dest da.

Kurê Şefîk Baga Azad Baga yê 15 salî jî di 16'ê Tîrmehê de dema ku pezê xwe diçêran di gulereşandina leşkerên Tirk de bi giranî birîndar bûbû.

Cenazeyê Şefîk Baga wê îro li gundê wî bê veşartin.