Li Wanê KCD û HDP’ê êrîşên li ser Efrînê protesto kirin

Êrîşên dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, li Wanê ji aliyê KCD û HDP’ê ve hate protestokirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê li avahiya DBP’ê ya Wanê civîneke ya çapemeniyê lidar xist. Nûnerê KCD Abdullah Keleş, hevşaredara Qelqeliyê ya hate xespkirin Handan Bagci, hevşaredara Artemêtanê Robîn Sevlî Çetîn, Hevşaredara Îpekyolûyê Bêrîtan Tayan, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên bi BHQ’ê hatin girtin û gel tevlî civînê bûn.

Daxuyanî ji aliyê nûnerê KCD Keleş ve hate xwendin û Keleş ev tişt got: “Şer û aloziyên li Rojhilata Navîn diqewimin ti çareserî ji kêşeyên gelan re nabîne, berovajî kêşe û pirsgirêkan hê kûrtir dike. Çareserî, dîplomasî, muzakere û diyalog e.”

Keleş bang li raya giştî jî kir ku li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemînin.

ŞAX

Li avahiya HDP’ê ya Şaxê jî bi daxuyaniyekê xwedî li berxwedana Efrînê hate derketin. Hevserokê HDP’ê ya navçeyê Tayyîp Balka li vir axivî û diyar kir ku divê li dijî dagirkeriya Efrînê hemû gel û raya giştî bi hestyar tevger bike.