Li Wanê karê mêtingeriyê: Pere diçin ji Trabzon û Kayseriyê re!

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku AKP’ê dest daniye ser, pere bi awayekî organîze diçe ji Trabzon û Kayseriyê re.

Ji salekê zêdetir dem derbas bû ku, şaredariyên DBP’ê hatine desteserkirin. AKP a ku di vê demê de êrîşî nirxên Kurdan kir, saziyan wan girt niha jî derfetên şaredariyê û pereyên ji gelê Wanê bi dest xistiye, pêşkêşî bajarên din dike.

AKP a ku di dema şaredariyên DBP’ê de digot, ‘Pere ne ji bo xizmeta gelê Wanê bi kar dianîn, dişandin ji cihên din re’ niha jî heqên parkomatên ji gelên Wanê bi dest dixe, pêşkêşî alîgirên xwe yên li Aksaray, Kayserî, Trabzon û Stenbolê dike.

ÎHALE DI ROJÊN BETLANEYAN DE BI DIZÎ TÊN KIRIN

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 4 îhale di 1’ê Çileyê de, di roja betlaneya fermî de hat kirin û bêyî ku haya fîrmayên li Wanê pê bixin, îhale dan fîrmayên ji Kayserî û Trabzonê. AKP a ku bi Rewşa Awarte re bêyî îhaleyan jî dikare kar bide fîrmayan, bi rêya şaredariyên desteser kiriye bi trîlyonan pere da van bajaran. Di nava 6 mehan de hemû îhaleyên şaredariyê dan 48 fîrmayên ji Kayseriyê.

DI ÎHALEYA PARKOMATÊ DE PEREYEKÎ PIR HATE XWARIN

Piştî ku li ser navê Parkomatê hemû rê û kolan kirin bi pereyan û bi darê zorê pere ji gel stendin, îhaleyên şaredariyên qeyyûm ên AKP’ê li kolanan pereyan ji gel distîne. Îhaleya li kolanên Cûmhuriyet û Maraşê dihat kirin, êdî li her dera Wanê tê kirin û gelê Wanê tê şelandin.

REKLAMÊN ÎLANAN JI ÇAPEMENIYA KAYSERÎ Û TRABZONÊ

Ligel ku li bajêr gelek rojnameyên herêmî hene, walî û Saziya Îlanan a Çapemeniyê hemû îlanên bajêr dide çapemeniya Kayserî û Trabzonê. Îhaleyên li Wanê tê kirin, ji gelê Wanê tê veşartin û îlana îhaleyê di rojnameyên herêmî yên Trabzon û Kayseriyê de tên weşandin. Bi vî awayî rê li ber vî tiştî vedikin ku fîrmayên Trabzon û Kayseriyê van îlanan bistînin.

BOTAN: WALIYÊN MÊTINGERIYÊ GEL DIŞELÎNIN

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan ku têkildarî vê meseleyê daxuyanî da û diyar kir ku waliyên mêtingeriyê gelê Wanê dişelîne û got, “Gelo îlanên li Kayserî û Trabzonê di çapemeniya Wanê de cih digire? Heke were dayîn ew ê nerazîbûna çapemeniya Trabzon û Kayseriyê çawa be? Gelo çima îhaleyên li Wanê didin bajarên din? Gelo li Wanê tu fîrma tune ye, van karan bike? Ev şelandineke eşkere ye.”