10 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimînin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Girtiyan bi rêya nameyên ji malbatên xwe re şandine sedema greva xwe ya ku di 8’ê Adarê de dane destpêkirin vegotin. Hat diyarkirin ku grev bi 10 kesan destpê kiriye wê mezintir bibe.
‘TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIKIN’
Di nameyên girtiyan ên ji bo malbatan hate şandin de, bal kişandine ser rewş û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sedemê çalakiya xwe bi van xalan rêz kirin.
*Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin.
*Divê şer, qirkirin, kuştin, operayonên siyasî û leşkerî yên li Kurdistanê didomin, bi dawî bibin.
*Divê dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên.
*Kesên ji Cemaeta Gulen girtî ne ji girtîgehên ku girtiyên siyasî lê dimînin, bên derxistin.
Navê kesên di koma yekemîn a greve de cih digirin wiha ne: Ganî Kaya, Mahsûn Yuksekdag, Dilgeş Yaşar, Îlyas Yorgûn, Mesût Yabalak, Abdullah Kaya, Yûnûs Konak, Kerem Karagoz, Îsmaîl Berke, Taner Aslan.