Li Wanê ji 5 kolberên ketin bin aşûtê agahî nîne

Ji 5 kolberên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistan û Elbakê ya Wanê ketine bin aşûtê ti agahiyek nîne.

Li herêma sînor a Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Elbak a Wanê 18’ê Çileyê ji ber aşûta pêk hatî 9 kolber mabûn di bin aşûtê de. Li herêma gundikê Sûalti ya dikeve noqteya herî dawî ya ser sînorê Rojhilatê Kurdistan û girêdayî Taxa Xaşkanê aşût rabû û 9 kes man di bin aşûtê de.

Ji kesên mabûn di bin aşûtê de 4 kes bi hewldanên xwe rizgar bûn, Firat Hûdaî, Bîlen Ehmedî, Molaî Hûdaî û Yaver Slanî du roj in agahî jê nayên girtin.

Xizmên kolbaran ên ji bo yên di bin aşûtê de mayîn rizgar bikin û tîmên rizgarkirinê ku dixwazin berê xwe bidin herêmê, ji ber mecên giran ên hewayê nikarin biçin.