Li Wanê hileyên hilbijartinê zû destpê kirin!

Li Wanê muşahît û dengdêr, ji hêla leşker û polêsên tirk ve tên astengkirin. 

Li Wanê ku HDP'ê bi sedhezaran mîtîng lidar xistibû, gel hêj danê sibê zû çû ser sindoqan. Wê di 2024 sindoqan de 637 hezar hilbijêr dengê xwe bidin. Beriya niha li Wanê biryar hatibû dayîn ku li 10 navçeyan cihê 224 sindoqan bê guhertin. Îro jî hêj zû aligirên AKP’ê dest avêtin hîleyan. 

Li Dibistana EREK TOKÎ ya li taxa Bostanîçî ya girêdayî navçeya Îpekyoluyê, polêsan destûr neda ku musahît bikevin hundir. Polêsan ev astengkirina xwe jî bi boneya ‘talîmat e’ kirin. 

Li gundê Beyaslan a girêdayî navçeya Serayê jî leşkeran nahêle gundî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Serokê AKP’ê yê navçê û leşker bi hev re li navçeyê, ser sindoqan digerin.

Beriya niha li gelek gundên navçeyên  Qelqelî û Ebexê biryara veguhestina sindoqên hilbijartinê hatibû dayîn. Vê sibê gundiyên van gundan ku xwestin biçin dengên xwe bidin, di derketina gundan de bi hinceta ‘sergerînê-venêrînê’ tên rawestandin.

Li herêma Feraşînê ku dikeve navbera navçeyên Payîzava û Elkiyê bi hinceta operasyon heye, leşker herêm dorpêç kirine û dengdanê asteng dikin. 

Hate ragihandin li Şaxê jî cerdevan bi çek li ber sindoqan tên rawestandin. 

TEMELLÎ: WÊ DERBASÎ DÎROKÊ BIBE

Li aliyekî li wanê hîleyên hilbijartinê didomin, li hêla din hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dengê xwe li wanê da û got, “Wê ev hilbijartin weke rizgarkirina tirkiyê bikeve dîrokê..”