Li Wanê grevê dîsa dest pê kir

Li Wanê gel, tevî êrîşa polîsan jî bi paş ve gav neavêt û li dijî tecrîdê dîsa dest bi greva birçîbûnê kir.

Desteka ji bo greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin didomin. Li Wanê Duşemê polîsên Tirk êrîş biribûn ser greva birçîbûnê û gelek kes destgîr kiribûn, li ser vê îro dîsa li avahiya HDP'ê ya Wanê greva birçîbûnê dest pê kir.

'DAXWAZÊN GUVEN DAXWAZÊN ME NE'

Hevseroka HDP'ê ya Edremîtê Rojbîn Çetîn daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, ''Rêzdar Leyla Guven ev 35 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev nêzî 4 salan e ku li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke teqez û giran heye. Rêzdar Guven xwest ku li Imraliyê bi Rêzdar Ocalan re dîsa hevdîtin çêbibe. Ji bo desteka li vê me greva birçîbûnê dabû destpêkirin û mudahele li greva me hate kirin, gelek hevalên me hatin destgîrkirin. Me jî ji bo greva birçîbûnê ya ku bûyî sedema destgîrkirina hevalên me bidomînin, greva ji bo 3 rojan da destpêkirin. Daxwazên rêzdar Leyla Guven daxwazên me ne.''