Li Wanê greva birçîbûnê hate bidawîkirin

Li Wanê greva birçîbûnê hate bidawîkirin a ku li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin

Ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, li Wanê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê parlementerên HDP’ê Saît Dede, Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bi dawî bû.

‘DIVÊ TECRÎD BIŞIKÊ Û EM BI LEYLA GUVEN RE BIN’

Sarisaç di daxuyaniyê de qala van tiştan kir: “Ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan, parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 28 roj in di greva birçîbûnê de ye. Me jî ji bo rakirina tecrîdê û piştgiriya Leyla Guven ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Vê çalakiya Leyla Guven li hemberî tecrîda li ser Ocalan serîhildanek e. Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne. Heta ku tecrîd were şikandin em ê bi Leyla Guven re bin.”