Li Wanê êrîş li otobusa hilbijartinê ya HDP'ê hate kirin
Li Wanê, êrîş li otobusa hilbijartinê ya HDP'ê hate kirin, camên wê hatin şikandin û nîşaneyên nîjadperestiyê li ser hatin xêzkirin.
Li Wanê, êrîş li otobusa hilbijartinê ya HDP'ê hate kirin, camên wê hatin şikandin û nîşaneyên nîjadperestiyê li ser hatin xêzkirin.
Otobusa hilbijartinê ya HDP'ê li otoparkeke vekirî parkirî bû ku Qereqola Polîsan a Îkî Nîsan li nêzî wê bû û bi dehan wesayitên zirxî li derdorê bûn.
Tevî vê yekê jî doh bi şev êrîş li otobusê hate kirin, camên wê hatin şikandin, nîşaneya MHP'ê ya nîjadperestiyê li ser otobusê hate xêzkirin.