Li Wanê bi veşartî buhaya avê ji sedî 60 zêde kirin

Şaredariya qeyûmê ku li Wanê hema bêje gel ji avê bêpar hişt, tenê di nava meha borî de buhaya avê sedî 60 zêde kir.

Midûriyeta Karûbarên Avê û Kanalîzasyonê (VASKÎ) ya girêdayî şaredariya qeyûmê ya Wanê ragihand ku dane avê sedî 30 zêde kirine. Lê di fatûreyan de xuya kir ku sedî 60 zêde bûye. Bi vî rengî derket holê ku VASK’î sedî 60 buhaya avê zêde kiriye.

Midûrê Giştî yê VASKÎ'yê Ulker Cem Kaplan ku di salên dawî de 50 hezar welatî ji ber deynê avê da îcrayê û di menzela xwe ya meqamê de welatiyên ku giliyên xwe yên li ser avê anîn ziman lêda, ev yek îdia kir: “Em carna buhaya avê zêde dikin, lê ava herî erzan a Tirkiyeyê xelkê Wanê vedixwe.” Ulker Cem Kaplan tevî hemû skandalan jî li ser wezîfeya xwe ye.

Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Wanê Mahmût Dîndar veşartina buhaya zêdekirina avê ji welatiyan nirxand û diyar kir ku welatî hatine xapandin. Dîndar, got ku hat ragihandin ku buhaya avê sedî 30 zêde bûye, lê zêdekirina sedî 60’î rastiya rêveberiyên qeyûman nîşan dide û wiha got: “Hemû dahatên Wanê ji hin kesan re tê pêşkeşkirin. Ji bo îhale lû gendeliyê çavkaniyên Şaredariya Wanê tên xerckirin. Dahata ku tê ji gelê Wanê tê dizîn. Pirsgirêka zêdekirina buhayan jî beşek ji wê ye. Welatê me di warê çavkaniyên avê de gelek dewlemend e, lê buhaya avê evqasî tê zêdekirin û tax û gundên me hîna jî bê av in. Welatiyên me yên ku gilî dikin, bi lêdanê re rûbirû dimînin. Sûc tê kirin, lê tu kes mudaxele nake. Li şûna ku xizmeta gel bikin, zextê dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Em Partiya Çepên Kesk ev mijar bir meclîsê û em ê bişopînin.”