Li Wanê bi sedan esnafî dikanên xwe girtin

Krîza aboriyê û şewba Covîd-19 ku li Tirkiyeyê roj bi roj giran dibin, bandoreke giran li Wanê dikin. Di nava salekê de 416 dikandarî ji neçarî dikanên xwe girtin.

Krîza aboriyê ku bi şewba Covîd-19 girantir bûye, herî zêde bandorê li dikandaran dike. Sala 2020'an li Wanê 416 dikandarî dikanên xwe girtin. Esnafên mayî jî bi zor û zehmetî karê xwe didomînin. Esnafên li Wanê ji ANF'ê re qala pirsgirêkan kirin.

BI ŞEWBÊ RE KARÊN ME JI SEDÎ 70 KÊM BÛ

Bariş Işik ku 20 sal in karê kûaforiyê dike, diyar kir ku pêvajoya şewbê bi taybetî bandoreke neyînî li kûaforan kir. Işik ragihand, esnafên Wanê hewl didin bi zor û zehmetî li ser piyan bimînin û got, "Piştî 2 mehên girtî, di pêvajoya normalbûyînê de ji sedî 70 karên me kêm bûn. Em mirovên kedkar in, bi keda xwe li ser piyan dimînin. Em niha mexdûr in, nikarin kirêya xwe bidin. Welê li me hatiye ku em nikarin heqê elektrîk û avê bidin. Bi navê esnafên ku baca xwe dide, bagkûra xwe dide, sîgortaya xwe dide, em dixwazin ku derfetên madî bên afirandin ku esnafan rizgar bikin. Em ê meha Kanûnê dest bi dayina krediyên ji me re hatine dayin bikin. Esnafên Wanê gelekî tehde dît. Zerara ku li esnafan dibe bandorê li tevahiya bajêr dike, bêkarî zêde dibe. Em dixwazin ku piştgirî ji mirovan re bê dayin."

DIVÊ BERNAMEYÊN NÛ YÊN PIŞTGIRIYÊ BÊN EŞKEREKIRIN

Îhsan Tarhan ê ku karê restorantê dike, diyar kir ku ew di nava krîza aboriyê de ne, piştî rûdeana şewbê jî êdî muşterî qet nayên dikanê. Tarhan ragihand ku bi şewbê re pirsgirêkên wan bi du qatî zêde bûn û got, "Em nikarin kirêy axwe jî bidin. Ji xwe karê me nebaş bû, niha hîn bêhtir nebaş bûye. Em nema dikarin baca xwe jî bidin. Li Wanê zêdeyî 400 dikan hatin girtin. Dema dawî em jî fikirîn ku dikanê bigirin. Bila piştgiriyeke teşwîqê ji me re bê dayin ku em jî li ser piyan bimînin."

Ercan Aslan ku debara xwe bi kirîn û firotina telefonan dike, anî ziman ku şewbê bandoreke giran li sektora telefonê jî kiriye. Aslan diyar kir ku derfetên gel ên ji bo kirînê gelekî kêm bûye û got, "Gilî û gazinên esnafên me zêde bûne. Rewşa aboriyê ya welêt li holê ye, vê yekê bandoreke neyînî li esnafan hemûyan kir. Divê hikumet teqez paketeke nû ya teşwîqê eşkere bike û piştgiriyê bide esnafan. Naxwe dibe ku em neçar binînin ku bi temamî dikanan bigirin."